23 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Hat daxuyandin ku Serokê DYAyê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netanyahû li ser têlefonê axivîn û mijara peywendiyên DYA-Îsraîlê û ewlekarî û îstiqrara Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
Qesra Spî der barê axaftina Trump û Netanyahû da daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di axaftina li ser têlefonê da Trump qala peywendiyên herdu welatan ên di warê leşkerî, îstixbarî û ewlekariyê da kir û wiha hat gotin:
"Trump û Netanyahû destnîşan kirin ku ewê tevî mijara ku Îran unsûreke tehdîdê ye, di gelek mijarên cuda da di peywendiyeke nêzîk da bin. Trump got ku ewê bêşert û merc piştevaniya ewlekariya Îsraîlê bike, têkoşîna dijî DEAŞ û rêxistinên radîkal yên din dê bibe yek ji pêşaniyên rêveberiya wî."
Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku Trump û Netanyahû li ser meseleya Filîstîn-Îsraîlê jî rawestiyan û herwisa Trump got ku kêşe bi hevdîtinên di mabeyna herdu welatan da dikare were çareserkirin û DYA jî dê ji bo vê bixebite.
Hat radigandin ku Trump bona serê sibatê Netanyahû vexwend Qesra Spî.
- Bona Qesra Spî ziyareta pêşiyê ji Îngîltereyê ye
Piştî ku Donald Trump li Qesra Spî bicih bû, hat daxuyandin ku mêvanê wî yê biyanî yê ewil Serokwezîra Îngîltereyê Theresa May e.
Hat diyarkirin ku Mayê roja înê serdana Washingtonê bike û digel Trump bicive.