14 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
TBMM
Serokwezîr Bînalî Yildirim di Komcivîna Meclisê ya AK Partiyê da axivî û got ku di biryarnameya hukmê qanûnê ya dawîn da, hin wezîfedarên ku mafdar in, vegeriyan ser vezîfeyên xwe.
Yildirim got, "Edalet xîmê milk e, edalet ku nebe nabe." û destnîşan kir, ji bo îadekirina serkirdeyê FETOyê hewildanan wan dewam dike.
Yildirim wiha axivî: "Rêvebir û berpirsê komkujiyeke ku li Tirkiyeyê hat kirin, nikare wisa li Amerîkayê di nav çêwlikekê da kêf bike. Em vê yekê qebûl nakin. Me beriya niha ji miqamên Amerîkayê ra got ku plankarê vê hewla derbeyê serokê terorîstan ê ku li Pensîlvanyayê dijî ye. Dosyeyên ku me amade kirin da tu guman tunene û me hemû delîl teslîm kirin. Em ji bo vê mijarê li benda gavên rêvebiriya nû sekinî ne. Hevdîtinên me dewam dikin. Ez hêvî dikim ku ji bo îadekirina vî serkirdeyê terorîst rêvebiriya Amerîkayê gavên berbiçav biavêje."
Serokwezîr Bînalî Yildirim di xeberdana xwe da wiha got: "Heger rêxistinên terorê bi hev ra wekî koroyekê propagandaya 'na'yê bikin, ev ji bo dewlet, gel û welatiyên me nîşanek e. Terciha welatiyan çi be wê herin bikin. Lê heger li derekê rêxistinên terorê bibêjin 'na' wê welatiyên min wê di heman sefê da cî negirin."
- 'Keştiya kesên ku dibêjin 'na' ya HDP, PKK û FETO tu carê nameşe'
Yildirim got ku ew kingê herin bal gel, gel baweriya xwe bi wan tîne û dibêje 'erê'.
Yildirim destnîşan kir ku hinek jî dibêjin na û wiha dewam kir: "Niha ew wisa zen dikin ku heke ew ji peyva 'na'yê du tiştan çêbikin, ewê gel qanî bikin. Dev lîstika peyvan berdin. Bi gotinê ve kar naçin serî. Keştiya kesên ku dibêjin 'na' ya HDP, PKK, FETO tu carê naçe serî. Em dibêjin 'PKK dibêje na, FETO dibêje na, DAEŞ dibêj na. HDPya ku pişta xwe daye HDPê dibêje na.' Ji van deng dernakeve. CHP dibêje ku 'hûn çima wisa dibêjin."
- "El Bab bi piranî hatiye kontrolkirin"
Yildirim diyar kir li şaredariyên alîkariya aborî û lojîstîk didin rêxistina terorê wezîfedarkirinên nû hatin kirin.
Serokwezîr Yildirim di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Bi sedan terorîstên payebilind hatin qefaltin û teslimî edaletê hatin kirin. 126 hewldanên ji bo êrîşa terorê hatin astengkirin. Heta li ser axa Tirkiyeyê bi temamî rêxistina terorê ya cihêxwaz têk here wê zivistan-havîn têkoşîn dewam bike. Li derveyî sînor jî ji bo ewlehiya neteweyî operasyona Mertalê Feratê dewam dike. Piştî hewldane mezin El Bab bi piranî hatiye kontrolkirin. Armanca me ew e li herêmên rêxistin hene korîdorên heta Tirkiyeyê dirêj dibin çênebin. Ji destpêkê heta niha hewldanên me badilhewa neçûn. Lê em ê tevdîrên xwe hildin. Mijareke din jî FETO ye. Em vê rêxistina taşeron a navneteweyî teqîb dikin. Li kamuyê paqijkirin dewam dike. Kî bi FETOyê ra têkildar be wê di nav hiqûqê da çi hewce dike bê kirin."