14 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
TBMM
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got: "Ez ji hemû welatiyan tiştekî dixwazim. Referandûma 16ê nîsanê hilbijartina partiyekê nîne, hilbijartina demokrasiyê ye. Em ê li cem demokrasiyê yan li cem rêvebiriya otorîter cî bigirin? Loma ez ji hemû welatiyan rica dikim, dema hûn çûn ser sindoqê bifikirin."
Kiliçdaroglu wiha dewam kir: "Heta 16ê nîsanê ku wê di sindoqê da biryar bê dayîn, em ê 60 rojên li pêşiya me emanetî hekemtiya gel bikin. Heger mesele desthilatdariya gel be, di vê mijarê da Dîwana Bilind a rastîn dîwana gel e. Loma jî em ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn nexin."