ANKARA
Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan di fitara Memûr-Senê de der barê destûra nû de axivî.
Erdogan bi bîr xist ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje werin dev jî sîstema serokatiyê berdin, em ê piştre rûnin û biaxivin. Dîsa got lê belê heke ez bizanim ku durust diaxive, pêngava yekem ez ê biavêjim. Lewra sibehê tiştekî din êvarê tiştekî din dibêje.
Erdogan anî ziman ku sîstema serokatiyê mesela birêvebiriyê ye, her wiha li ser 48 madeyan li hev kirine, lê belê li ser madeyên din hêj lihevkirinek tuneye. Dîsa bal kişand ku der barê madeyên cuda de şîroveyên cuda yên partiyan hene.
Erdogan got: "Bila kes yê din nexapîne. Mesele ne meseleya sîstema serokatiyê ye." Û wiha pê de çû:
"Dibe ku sibê ez bibêjim 'werin niha çend madeyên ku li ser li hev hatine kirin hene, ne wisa? Wê çaxê nesekinin hê zêde bixebitin. Neçin betlaneyê.' Ez soz didim ku ez ê bikarim vê yekê ji hevalên xwe re bibêjim. Ez ê bibêjim di hefteyekê de herî hindik 5 roj û wisa di rojekê de ne saetekê tenê, 10-15 saetan bixebitin. Xebateke zêde wek ku çawan meclis ev çend roj e ketiye nav xebatekê, bila eynî wisa be."
Ez ê bibêjim werin em vê havînê vî karî bi encam kin. Ez ê vê yekê ji hevalên xwe re bibêjim. Bila serokên din jî bibêjin, serok û midûrên giştî jî bibêjin. Ka em lê binêrin dê çi çêbe? De werin em vê pêngavê biavêjin. Em li ser 48 madeyan li hev hatine. Vê derxin 68ê û 78ê. Heke hûn ji 48î jortir naçin wê çaxê werim em 48 madeyê di meclisê re debas bikin. Em wek halekî awarte meclisê kom bikin, madem em li ser 48 li hev dikin. Hingavî em ê vê 48 madeyê di nav hefteyekê de ji meclisê derxin. Hem samîmîyeta me hem jî ya we em ê bidin nîşan.
Erdogan da zanîn ku ji bo vî karî ne hewce ye her 4 partî li vir bin û got: "Ji ber ku her çar jî li ser van madeyan li hev hatine ez wisa dibêjim. De werim em çêkin. Em bêjin her çar nehatin wê çaxê wek partiyên hêzdar kî tê em mil bidin hev û çêkin."
Em wek helwestekê li hember derbeyan radiwestin
Serokwezîr Erdogan got: "Wek miletekî ku bi derbeyan mezin bûye wek nifşekî ku bedeleke giran daye derbeyan, li ku derê cîhanê dibe bila bibe, ya ku li me tê sekna li hember derbeyan e. Em tenê ya ku li me tê dikin. Em wek helwestekê li hember derbeyan radiwestin. Gelê Misrê bi giştî birayên me ne. Tenê welatiyekî Misrî jî zirarê bibîne, em ê xemgîn bibin."
Erdogan got ku hinekan digot: "Hûn dibînin li Misrê çi diqewime ne wisa? Demokrasî ne ev e. Heman tişt dibe ku li vir jî biqewimin ha" Her wiha yên li serê wan jî digot: "Hay ji xwe hebin. Em jî li hember derbeyan in lê..." Ez jî ji wan re dibêjim di demokarsiyê de lê, nexwe, lê belê, tunene. Di demokrasiyê de îradeya gel heye, divê em li hember vê rêzdar bin."