TBMM
Serokwezîr Erdogan bangî partiyên din kiribû û gotibû werin em xalên ku Komisyona Lihevkirinê ya Makezagonê ya TBMMyê li ser li hev hatiye, em derxin. Cigira Serokê Koma BDPê Pervîn Buldanê pêşniyara Serokwezîr Erdogan nirxand û got: "48 xalên ku her çar partî jî li ser mutabiq in, heke bên Lijneya Giştî em nabêjin na. Jixwe li ser wan lihevkirin çêbûye. Ji ber vê em ê jî bêjin 'têr nake lê erê."
Nûçegîhanê AAyê ji Buldanê banga ku Serokwezîr Erdogan li partiyên muxalefetê kiribû pirsî. Bûldanê him bersiva vê pirsê da him jî serdana Serokê Meclisê Cemîl Çîçek ya li partiyên muxalefetê kiribû nirxand û got: "Him daxwaza Çîçek him jî daxwaza BDPê ye ku hejmara 48 xalên li ser lihevhatin çêbûye, derkeve 60-70 xalan û bên derxistin."
Buldanê der barê van 48 xalan de got: "Ev xalên ku hatine qebûl kirin, mafên bingehîn û azadiyê di nav xwe de nahewînin. Bi rastî ev 48 xal ne li gorî besteka demokratîkbûnê ya ku em dixwazin in lê me nêzî 10-15 rojan li ser van xeber da. Heke Komisyona Lihevkirinê ya Makezagonê li ser xalên mafên bingehîn û azadiyê bixebite û hejmara van xalan ji 48an derxe 60-70yî, wê demê banga Serokwezîr dê ji bo me jî girîng be. Li gorî min ev xalên ku li ser lihevkirin çêbûne, têr nakin. Divê hejmara xalan zêde bibe û xalên mafên bingehîn û azadiyê jî di nav van de cih bigrin."
Buldan li ser binavkirina welatîbûnê û perwerdeya bi zimanê zikmakî jî sekinî û got: "Xesasiyetên her komê hene. Xalên ku van xesasiyetan jî di nav xwe de dihewînin, dibe ku di nav van de cih bigrin. Lê hê dîsa xebat lazim e. Ez wisa bawer dikim ku 48 xal têrê nakin, divê hejmara van xalan bê zêdekirin. Wê demê dê di bin navê demokratîkbûnê de li Lijneya Giştî bên qebûlkirin. Ez vê yekê girîng dibînim; lê li gor min pêşniyara Serokwezîr kêm e."