31 Tebax 2016•Rojanekirin: 02 Îlon 2016
ANKARA
Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî der barê emlakê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da wiha got, "Bi tevahî nirxa van, kêm zêde, a emlakê ku dewrî xezîneya Darayê kirin 8,3 milyar lire, a emlakê ku dewrî weqfan kirin 2,7 milyar lire, a emlakê ku bi hewldaneke taybet hatin tespîtkirin nêzîkî milyarek lire ne. Ango wisa dixuyê, bi tevahî sermiyanekî biqasî 12 milyar lireyî li ser navê xezînê, li ser navê dewletê, li ser navê gel ketiye nava qeydan."
Wezîr Ozhasekî bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA), rojev nirxand û bersiva pirsan da.
- Guhertina di kabîneyê da
Li ser pirsa, "Di kabîneyê da hin guhertin çêbûn, hûn çawa dinirxînin?", Wezîr Ozhasekî wiha bersiv da, "Mijara wezaretan mijara daxwazê ye. Birêz Serokwezîr hevalên xwe yên nêzîk yên ku bi hev re dixebite, bi xwe hildibijêre û pêşkêşî Serokomar dike. Di vê mijarê de daxwaz çawa çêbû ez nizanim. Ez jî wek her kesî ji çapemeniyê hîn bûm. Divê ez vê jî bibêjim ku li welatekî wek Tirkiyeyê wezîfeya Wezareta Karên Navxweyî ne karekî hêsan e."
- Emlakên FETOyê
Wezîr Ozhasekî der heqê xebatên ku di çarçoveya têkoşîna dijî FETOyê da tên kirin jî diyar kir ku bi hewldaneke taybet va wan rê li ber FETOyê girt ku gelek emlakî nerevînin û wiha xeberda, "2 hezar û 524 eded emlak dewrî xezîneyê kirine. Hin jê dewrî weqfan kirine. Hejmara emlakên ku dewrî Midûriyeta Giştî ya Weqfan kirine, 2 hezar û 83 ne. Digel Biryarnameya di Hukmê Qanûnan da hevalên me bi hewldaneke taybet rê nedane ku hezar û 148 eded emlak bên revandin. Bi tevahî nirxa van, kêm zêde, a emlakê ku dewrî xezîneya Darayê kirin 8,3 milyar lire, a emlakê ku dewrî weqfan kirin 2,7 milyar lire, a emlakê ku bi hewldaneke taybet hatin tespîtkirin nêzîkî milyarek lire ne. Ango wisa dixuyê, bi tevahî sermiyanekî biqasî 12 milyar lireyî li ser navê xezînê, li ser navê dewletê, li ser navê gel ketiye nava qeydan."
Ozhasekî got ku tevî van, wargeh, dibistan, komele, weqf û şirket hene û wiha got, "Min hişyarî da hemû midûrên tapûyê da ku di vê mijarê da hişyar bin."
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Ozhasekî der barê avakirina Sûra navçeya Diyarbekirê da wiha got: "Li wir planeke îmarê ya ji bo parastinê heye. Ji xeynî vê planê wê tu tişt neyê kirin. Wê pêşkêşî kesî nekin, navendên danûsitandinê neyên çêkirin û avahiyên pirqatî neyên çêkirin."
Ozhasekî di mijara li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bajarên ku ji terorê zirar dîtin da jî wiha destnîşan kir, "Hejmara navçeyên bajaran ên ku lê pevçûnên mezin qewimîn û bi sedan mal hilşiyan 7 in. Kêm û zêde reqemekê bidim. Emê li van 7 navçeyan qasî 30 hezarî xaniyan çêkin. Dibê em van xaniyan li kesên ku heq kirin belav bikin.
Em dixwazin ku însan li sîteyên ku emê ava bikin rûnên, ne li xaniyên serguhkirî. Dibe ku hizreke wisa derkeve pêş, wekî ku mantiqê sîteyê dijî jiyana edetî ya xelkê rojhilatê be. Em ciyên wisa amade dikin ku dê kolanên pir fireh, qadên hêşinahiyê û balkonên fireh hebin."
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Ozhasekî: "(Xebatên li rojhilat û başûrê rojhilatê) Em dixwazin ku însan li sîteyên ku emê ava bikin rûnên, ne li xaniyên serguhkirî. Dibe ku hizreke wisa derkeve pêş, wekî ku mantiqê sîteyê dijî jiyana edetî ya xelkê rojhilatê be. Em ciyên wisa amade dikin ku dê kolanên pir fireh, qadên hêşinahiyê û balkonên fireh hebin."