10 Adar 2016•Rojanekirin: 10 Adar 2016
STRAZBURG
Hevserokê Komîsyona Parlamentoya Têkel a Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê Ahmet Berat Çonkar got ku Yekîtiya Ewropayê di tekoşîna terorê de naxwaze piştgiriyê bide Tirkiyeyê.
Çonkar der barê civîn û hevdîtinên xwe yên ku bi heyetekî ve çûbû Parlamentoya Ewropayê agahî da nûçegihanê AAyê.
Çonkar got ku wî bi gelek parlamenterên Ewropayê re hevdîtin kiriye û gelemperî ev hevdîtin baş derbas bûne.
Hevserok Çonkar destnîşan kir ku ew der barê mijara penaberan, tekoşîna terorê, Rapora Pêşketinê ya Tirkiyeyê û hin mijarên rojane de axivîne û wiha dewam kir: "Dibêjin Tirkiye di tekoşîna li hember terorê de mafdar e, lê pişt re ji bo tekoşîna ku em didin piştgiriyê nadin me. Dema em bi parlamenteran re li ser operasyonên li hember terorê axivîn der barê rewşa sivîlan û mafên mirovan de ew bi tevgereke cuda ve tevdigerin. Li gor me ev tegra ne rast e. Lewra welatê me pir hesas tevdigere û ji bo ku sivîl kêm zirarê bibînin, hewl dide. Lê em dibînin ku ev li vir baş nayê nîşandan."
Çonkar got ku ew çend roj berê bi Raportorê Parlamentoya Ewropayê Katî Pîrî re li ser Rapora Pêşnûmaya Pêşketinê ya Tirkiyeyê axivîne û wiha dewam kir: "Pêşniyarên guherandinê tên ku li ser vê rapora pêşnûmayê hatine dayîn 550î zêdetir in. Ji van ji sedî 90 pêşniyarên neyînî yên ku li dijî Tirkiyeyê ne. Di qada çapemenî û azadiya îfadeyê de xebatên ku Tirkiyeyê kirine nayên dîtin. Zêdetir hewl tê dayîn ku rexne û tevgerên neyînî di raporê de cih bigrin."