Türkan Tosun
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 03 Tebax 2018
TBMM
Serokê TBMMyê Bînalî Yildirim ji bo biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ya dijî du wezîran got ev mueyîde ne li gor hiqûqê ye, ew li gor kêfa xwe tevdigerin.
Yildirim der barê biryara mueyîdeyê ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê de wiha got: "Biryara mueyîdeyê ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ya ku Wezîrê me yê Edaletê Abdulhamît Gul û Wezîrê me yê Karên Navxweyî Suleyman Soylu hedef digre ne li gor hiqûqê ye, ew li gor kêfa xwe tevdigerin. Em vê tevgera bêrêz a li dijî pêvajoya daraza Tirkiyeyê bi tundî şermezar dikin û em bendê ne ku ew ji vê şaşiyê vegerin."