Serokwezîr Ahmet Davutoglu wiha got, "Ji bo ku Tirkiye saniyekî jî bê hikûmet nemîne, ji bo berdewamiya aramî, aşitî û îstiqrara welat em amade ne ku hevdîtinan bikin. Em ê bi her kesî re bi hiş û dilekî vekirî û zelal dest bi hevdîtinan bikin. Bi tu awayî paşdemayîn û taloqkirin dê nebe."
Serokwezîr Davutoglu li Wanê di bernameya fitarê ya Şaredariya Tûşbayê de axivî û diyar kir ku xebatên koalîsyonê dê hefteya bê dest pê bikin. Davutoglu wiha destnîşan kir: "Lijneya Şêwrê ya TBMMyê li hev civiya û li dû pêkhatina Dîwana Serokatiyê bi wezîfedarkirina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re emê bi serokê partiyên siyasî re dest hevdîtinan bikin."
- "Paşdemayîn û taloqkirin dê nebe"
Davutoglu diyar kir ji bo ku Tirkiye bê hikûmet nemîne deriyên wan li ber her cure hevdîtinan vekirî ye û wiha dewam kir:
"Çawa ku me piştî 7ê Hezîranê bal kişand ser, herwisa ji bo ku Tirkiye saniyekî jî bê hikûmet nemîne, ji bo berdewamiya aramî, aşitî û îstiqrara welat em amade ne ku hevdîtinan bikin. Em ê bi her kesî re bi hiş û dilekî vekirî û zelal dest bi hevdîtinan bikin. Bi tu awayî paşdemayîn û taloqkirin dê nebe. Înşela di rojên pêşiya me de dema ku hevdîtinan dest pê kir û partiyên muxalefetê jî bi awayekî zelal û wêrek hewla avakirina hikûmetê nîşan dan, emê bi derfeta ewil hikûmetê ava bikin."
- "Êdî têrê nake ku tenê qala bêçalakiyê were kirin"
Davutoglu got ku ez bangî HDPyê dikim û wiha xeberda: "Ez bangî hemû aliyan dikim, bi taybetî jî ez bangî HDPya ku qet bêjeya aşitiyê ji devê xwe dernaxe dikim; bila bizanibin heke hin kes ji ber hin sedeman derkevin û bixwazin ku hizûr û aramiya memleket xera bikin, emê li hemberê wan tevdîran bistînin."
Serokwezîr Davutoglu axaftina xwe wiha domand:
"Heke ku bi rastî jî demokrasî û aşitiyê dixwazin, wê çaxê beriya her tiştî divê xetekî daynin nava demokrasî û terorê. Êdî têrê nake ku tenê qala bêçalakiyê were kirin. Bi rastî jî kesên ku baweriya xwe bi demokrasiyê anîbin û kesên ku qala azadî, aşitî û mafên mirovan dikin êdî hewce ye ku behsa çekdanînê bikin. Ji vir şûnde heke ku pêvajoya çareseriyê, pêvajoya biratî û yekîtiya milî dê were rojevê, nexwe divê bê zanîn ku hewce ye sozên ku di Gulana 2013an de hatin dayîn, bên cîbicîkirin. Her çekeke ku li her derê Tirkiyeyê di destan de ye, amûreke êrîşê ye ku berê xwe dide aşitî û biratiya Tirkiyeyê."