13 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2016
ANKARA
Di 9 êrîşên ji hewayê yên ku hêzên koalisyonê di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê da birin ser DEAŞa rêxistina terorê da 24 terorîst hatin kuştin.
Di daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê da hat diyarkirin ku Herekata Mertalê Feratê ya ji bo ku tehdîda rêxistinên terorê bi taybetî jî ya DEAŞê berteref bikin û piştgiriyê bidin hêzên koalisyonê di roja 51î da dewam dike.
Koma Hêzên Wezîfeya Taybet a ku ji mixalifan pêk tê di çarçoveya herekatê da bi piştgiriya ji hewa û bejayê va pêş da diçe û kontrola piraniya Kafrah û Duwayka li rojhilatê Ezezê hilda destê xwe. Ji bo ku bi tevahî kontrolê hildin destê xwe û der û dorê ji mayînan paqij bikin xebat dewam dikin.
Di pevçûnên ku nav rojê derketin da 6 mixalif birîndar ketin, tu tiştek bi yekîneyên ku piştgirî dan herekatê nehat. Hêzên mixalif li 132 herêman tevdîrên ewlekariyê distînin.
Bi wasiteyên gulebaranê (obusên Bahozê, roketavêjên pirserî û tank) va gule berdan 74 hedefên DEAŞê yên ku bi wasiteyên kewş û çavdêriyê hatin tespîtkirin, piştevaniya hemleya pêşdaçûna Artêşa Sûriya Azad (ASA) hat kirin û hedefên tespîtkirî bi îsabeteke têkûz hatin jinavbirin.
Di 9 hemleyên asîmanî yên ku hêzên hevpeymanê di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da li dijî unsûrên rêxistina terorê DEAŞê yên li Arşak, Soran û Îhtimalatê pêk anîn da 24 terorîst hatin kuştin. Bînayeke ku unsûrên DEAŞê wekî navenda operasyonê diemiland, hat rûxandin.
Tîmên tespît û îmhakirina teqemeniyan yên ku li deverên ku ji DEAŞê tên paqijkirin, piştevaniyê didin muxalifan, ji destpêka operasyonê heya niha 28 mayin, hezar û 36 teqemeniyên destçêkirî îmha kirin.
Ji hêla din li ser sînorê Sûriyê bi dronan va fealiyeta bênavber a kewş û çavdêriyê berdewam e.