Haydar Şahin
30 Tebax 2017•Rojanekirin: 31 Tebax 2017
ANKARA
Bernameya Eyda Qurbanê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û serokên partiyên siyasî eşkere bû.
Li gor vê Serokomar Erdogan ew ê di Eyda Qurbanê da li Stenbolê be.
Tê çavnêrîkirin ku Serokwezîr Yildirim jî eyda xwe li Stenbolê derbas bike û Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu di roja ewil a Eyda Qurbanê da li Stenbolê Parlamenterê CHPê Enîs Berberoglu yê ku di çarçoveya doza tirên MÎTÊ da girtî ye ziyaret bike.
Kiliçdaroglu ji bo ziyareta li Girtîgeha Maltepeyê serî li Wezareta Dadê xist, heke bersiva erênî bê dayîn Kiliçdaroglu ew ê Berberoglu ziyaret bike û eyda wî bimbarek bike.
Hat ragihandin ku Kiliîdaroglu dê di rojên din ên eydê da bi malbata xwe ra here hin ziyaretan.
Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu jî ew ê li Enqereyê eyda xwe bike.
Serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek ew ê di eydê da li Stenbolê be.