26 Mijdar 2016•Rojanekirin: 27 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim di bernameya bidawîbûnê ya Fuara Tenduristiyê ya Stenbolê da xeberda.
Serokwezîr Yildirim di axaftina xwe da bal kişand ser veguherînên ku di warê tenduristiyê da hatine kirin û wiha got: "Veguherînên di warê tenduristiyê da karekî ji rêzê nîne. Bila welatiyên me bizanibin ku di 14 salan da AK Partiyê gelek xizmet kirin. Lê du xizmet tim herî baş bûn: Yek tendurîstî ya din jî gihandin e."
Yildirim diyar kir ku hedefa me ya ewil xwemalî bûn û neteweyîbûn e û wiha got: "Êdî çi dixwazin dikarin li Tirkiyeyê çêbikin êdî li pêşiya we tu mezeretek nema. Hedefa me ya ewil dibê xwemalîkirin û milîkirin be. Li dijî kesên ku dixwazin bi manîpulasyonên fînansê va me di zorê da bihêlin bersiva me ya herî baş ew e ku bi çavkaniyên xwe, keda xwe û hêza xwe va karên xwe bikin. Em ji bo vê tevdîrên ku hewce dikin distînin. Ya ku dikeve ser milê me, me kir, ji vê şûnda bar li ser pişta ciwanên veberhêner e."
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku di tenduristiyê da veberhêna xwemalî û neteweyîbûn zehf girîng e û wiha dewam kir: "Ji bo vê hikûmeta me tevdîr û binesaziya ku hewce dike amade kiriye. Hinceta me tuneye. Em dikarin her tiştî bikin. Li welatên pêşketî çi hebe însanên vî welatî jî dikarin çêkin. Berê jî ev çêbû. Ji niha va hin gotinên ku berê mode bûn tên kirin. Ez bi eşkereyî dibêjim. Kes nikare bi sînorkirin û qedexeyan vî gelî terbiye bike. Ev dewlet ji bo pêşeroj û refaha xwe ji nirxên xwe dev bernade."
Yildirim der barê biryara Parlementoya Ewropayê da wiha xeberda: "Jixwe pêbaweriya gelê me bi YEyê kêm bibû bi vê va zêdetir zirar dît. Yekîtiyê ev biryara ji besîreta siyasî û niyeta baş dûrî daye. Bi rastî gelê YEyê gelo bi Tirkiyeyê ra yan jî wê bi rêxistina terorê ku li Ewropayê kar dike ra bibe yek, dibê biryara vê bidin. Gelê tirk li hêviya vê ye."
Serokwezîr Yildirim bal kişand ser biryara Parlementoya Ewropayê û wiha peyivî: "Beriya du rojan parlamenterên Parlamentoya Ewropayê kombûn û biryar dan ku mizakereyên Tirkiyê bê sekinandin. Tu qiymeta vê biryarê ji bo me tuneye. Bi xwe dikin û bi xwe dileyîzin. Çi hez dikin bila biryaran bidin. Ji bo biryara gelê me stuyê me xwar e, wekî din biryarên tên dayîn ji bo me qet ne girîng in."
Yildirim diyar kir ku Tirkiyeyê deriyê xwe ji penaberan ra vekir û wiha got: "Divê neyê jibîrkirin ku Tirkiyeyê deriyê xwe ji penaberên Sûriye û Iraqê ra vekir ku ji ber trajediya mirovahiyê ya li welatên xwe ji bo canê xwe xilas bikin reviyan. Heger Tirkiye lê xwedî dernekeve hûn wê çaxê halê Ewropayê bibînin. 3-5 penaber çûn Macaristan û Awistiryayê li ber çavên gel pehîn li wan xistin û li erdê xistin. Mirovahî li Tirkiyeyê û li Tirkiyeyê mirovahî nemiriye."
Yildirim destnîşan kir ku ji bo dinyayeke baş hewl didin û wiha got: "Em 53 sal e di vê rêyê da dimeşin. Çima dimeşin? Ji bo dinyayeke hê baş, Ewropayeke hê ewledar. Hemû hewlên me li holê ne lê belê radibin eyerê bidin Tirkiyeyê, ev bêvizyonî nîne çi ye. Ez wisa hêvî dikim ku li Lutkeya Lîderên Yekîtiya Ewropayê balê nede ser vê biryarê (biryara PEyê) û hêviya min ew e ku li Ewropayê lîderên ku naxwazin zirar bê rêwîtiya Tirkiyeyê ya 50 salan."
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku bila welatî nekevin fikarê û wiha dewam kir: "Bira welatiyên me qet nekevin nav fikaran, ev guherînên di aboriya Tirkiyeyê da li hemû dinyayê dibin û tiştekî demborî ye. Înşaellah em ê di sala 2017an da ji bo veberhênan û hilberînê ji nika zêdetir budçeyê veqetînin. Şertên rewşa derasayî jî ew ê ji holê rabin. Em ê guherînên di sîstema Serokomariyê da jî bikin û di rêya xwe da bimeşin. Hilbijartin milbijartin tune. Welatiyan em hetanî 2019an hilbijartin. Em ê jî di xizmeta welatiyên xwe da bi şev û roj bixebitin."
Yildirim destnîşan kir ku dixwazin aboriya Tirkiyeyê xera bikin û wiha xeberda: "Tişta ku nekarîn di 15 Tîrmehê da bi çek û tankan bikin, niha bi awayekî bêbext qaşo dixwazin aboriya Tirkiyeyê xera bikin, lê wê bi ser nekevin. Hûn ê dîsa bi ser nekevin û dersa xwe hildin. Ez ji vir bi eşkereyî dibêjim."
Yildirim der barê aboriyê da xeberdana xwe wiha dewam kir: "Di aboriyê de hin guherandin çêdibin. Ev tenê li Tirkiyeyê çênabe û tiştekî mayinde nîne. Kesên bi vî awahî dinihêrin xetayê dikin. Ez vê eşkere bibêjim. Bila hemû welatiyên me bizanibin ku bingeha aboriya me qayîm e. Ji ber ku "Ev guherîn li dinyayê heye, li Tirkiyeyê jî heye" emê destê xwe li ber xwe de bernedin. Me bilez tewdirên xwe hildan."