01 Hezîran 2016•Rojanekirin: 01 Hezîran 2016
ANKARA
Bi biryarnameya ku ji hêla Recep Tayyîp Erdogan ve hat îmzekirin ve, waliyên 22 bajaran li navendê hatin wezîfedarkirin.
Biryarname duh di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gor biryarnameyê Waliyê Edenê Mustafa Buyuk, Waliyê Afyonkarahîsarê Hakan Yusuf Guner, Waliyê Aksarayê Şeref Atakli, Waliyê Antalyayê Muammer Turker, Waliyê Amasyayê Îbrahim Halîl Çomaktekîn, Waliyê Artvînê Kemal Cîrît, Waliyê Bayburtê Yusuf Odabaş, Waliyê Burdurê Hasan Kurklu, Waliyê Çankiriyê Vahdettîn Ozcan, Waliyê Çorumê Ahmet Kara, Waliyê Denîzliyê Şukru Kocatepe, Waliyê Erzîncanê Suleyman Kahraman, Waliyê Igdirê Davut Haner, Waliyê Karabukê Orhan Alîmoglu, Waliyê Karamanê Murat Koca, Waliyê Qeyseriyê Orhan Duzgun, Waliyê Konyayê Muammer Erol, Waliyê Sêwasê Alîm Barut, Waliyê Tekirdagê Enver Salîhoglu, Waliyê Trabzonê Abdîl Celîl Oz, Waliyê Yalovayê Selîm Cebîroglu, Waliyê Yozgatê Abdulkadir Yazici li navendê hatin wezîfedarkirin.
- Waliyên hin bajaran cih guherandin
Waliyên hin bajaran jî cih guherandin. Li gor vê Waliyê Adiyamanê Mahmut Demirtaş bû Waliyê Edenê. Waliyê Bursayê Munîr Karaloglu bû Waliyê Antalyayê. Waliyê Mêrdînê Omer Faruk Koçak bû Waliyê Aydinê. Waliyê Rîzeyê Ersîn Yazici bû Waliyê Balikesirê. Waliyê Erdexanê Ahmet Denîz bû Waliyê Batmanê. Waliyê Kutahyayê Şerîf Yilmaz bû Waliyê Burdurê. Waliyê Şanliurfayê Îzzettîn Kuçuk bû Waliyê Bursayê. Waliyê Nîgdeyê Necmettîn Kiliç bû Waliyê Çorumê. Waliyê Erzurumê Ahmet Altiparmak bû Waliyê Denîzliyê. Waliyê Qersê Gunay Ozdemir bû Waliyê Edirneyê. Waliyê Bartinê Seyfettîn Azîzoglu bû Waliyê Erziromê. Waliyê Batmanê Azmî Çelîk bû Waliyê Eskîşehirê. Waliyê Kastamonuyê Şehmus Gunaydın bû Waliyê Ispartayê. Waliyê Aydinê Erol Ayyildiz bû Waliyê Îzmirê. Waliyê Ispartayê Vahdettîn Ozkan bû Waliyê Kahramanmaraşê. Waliyê KÎlisê Suleyman Tapsiz bû Waliyê Karamanê. Waliyê Meletiyê Suleyman Kamçi bû Waliyê Qeyseriyê. Waliyê Hekariyê Yakup Canpolat bû Waliyê Konyayê. Waliyê Bîlecikê Ahmet Hamdî Nayir bû Waliyê Kutahyayê. Waliyê Îzmirê Mustafa Toprak bû Waliyê Meletiyê. Waliyê Kahramanmaraşê Mustafa Hakan Guvençer bû Waliyê Manîsayê. Waliyê Balikesîrê Mustafa Yaman bû Waliyê Mêrdinê. Waliyê Manîsayê Erdogan Bektaş bû Waliyê Rizeyê. Waliyê Eskîşehirê Gungor Azim Tuna bû Waliyê Şanliurfayê. Waliyê Nevşehirê Mehmet Ceylan bû Waliyê Tekirdagê. Waliyê Gumuşhaneyê Yucel Yavuz bû Waliyê Trabzonê.
Ji bo 24 bajaran waliyên nû
Li gor biryarnameyê ji bo 24 bajaran waliyên nû hatin tayînkirin. Sermifettişê Mulkiyê Abdullah Erîn ji bo Walîtiya Adiyamanê, Alîkarê Misteşarê Wezareta Karên Navxweyî Azîz Yildirim ji bo Walîtiya Afyonkarahîsarê, Serokê Daîreya Midûriya Giştî ya Îdareya Bajêran ya Wezareta Karên Navxweyî Aykut Pekmez ji bo Walîtiya Aksarayê, Qaymeqamê Şîşliyê Salih Işik ji bo Walîtiya Amasyayê, Qaymeqamê Sultanbeyliyê Îbrahîm Ozefe ji bo Walîtiya Erdexanê, Midûrê Giştî yê Personelan yê Wezareta Karên Navxweyî Muhterem Înce ji bo Walîtiya Artvînê, Qaymeqamê Keçîorenê Nusret Dîrîm ji Walîtiya Bartinê, Serokê Stratejiyê yê Wezareta Karên Navxweyî Îsmaîl Ustaoglu ji bo Walîtiya Bayburtê, Alîkarê Midûrê Giştî yê Îdareyên Mahallî ya Wezareta Karên Navxweyî Suleyman Elban ji bo Walîtiya Bîlecikê, Mişawirê Wezareta Xida, Çandinî û Heywandariyê Mesût Kose ji bo Walîtiya Çankiriyê, Qaymeqamê Sorgunê Alî Arslantaş ji bo Walîtiya Erzincanê, Mişawirê Hiqûqê yê Wezareta Karên Navxweyî Okay Memîş ji bo Walîtiya Gumuşhaneyê, Sermifettişê Mulkiyê Cuneyt Orhan Toprak ji bo Walîtiya Hekkariyê, Sermifettişê Mulkiyê Ahmet Turgay Alpman ji bo Walîtiya Îdirê, Midûrê Giştî yê Îdareya Bajêran ya Wezareta Karên Navxweyî Rahmî Dogan ji bo Walîtiya Qersê, Serokê Daîreya Karên Îdarî û Malî ya Wezareta Karên Navxweyî Mehmet Aktaş ji bo Walîtiya Karabukê, Qaymeqamê Derînceyê Mesût Yildirim ji bo Walîtiya Kastamonuyê, Alîkarê Midûrê Giştî yê Personelan yê Wezareta Karên Navxweyî Îbrahîm Aktaş ji bo Walîtiya Nevşehirê, Serokê Daîreya Têkiliyên Derva yên Yekîtiya Ewropayê ya Wezareta Karên Navxweyî Mehmet Îlker Haktankaçmaz ji bo Walîtiya Kirikkaleyê, Sermifettişê Mulkiyê Îsmaîl Çatakli ji bo Walîtiya Kilîsê, Qaymeqamê Salihliyê Ertan Peynîrcîoglu ji bo Walîtiya Nîgdeyê, Serokê Daîreyê ya Midûriya Giştî ya Îdareyên Mahallî ya Wezareta Karên Navxweyî Davut Gul ji bo Walîtiya Sîvasê, Qaymeqama Akyurtê Tugba Yilmaz ji bo Walîtiya Yalovayê û Mişawirê Serokwezîriyê Kemal Yurtnaç ji bo Walîtiya Yozgatê hat tayînkirin.