12 Adar 2017•Rojanekirin: 13 Adar 2017
VAN
Li Başkaleya navçeya Wanê berf barî û bager rabû. Welatiyan ji ber berf û bagerê tengasî kişand.
Li Başkaleyê ji duh pê va şilî dibare û serê sibê jî berf barî.
Hat gotin ku qalindiya berfê li ser çil û çiya heta 10 santêman barî. Li navenda navçeyê piştî berfê, tavê dayê. Rayedarên meteorolojiyê ji bo bi şev hişyariya cemedê da.
Sabrî Çelîk diyar kir ku ew ji ber barîna berfê şaş ma û destnîşan kir heta meha dawî ya demsala zivistanê jî li Başakaleyê berf dibare û ew 6-7 mehên salê di bin berfê da ne.