07 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2016
HEKARÎ
Li Hekariyê ekîbên tenduristiyê çûn hewara nexweşên ku ji ber berf û bagerê li gund û taxan mehsûr man.
Li bajêr ji ber berfê rêya gelek ciya hat girtin. Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr jî ji bo ku rê vekin gelekî xebitîn. Li aliyê din jî ekîbên tenduristiyê xwe gihandin hewara nexweşên mehsûr.
112 Bilez Xizmetên Tenduristiyê û Ekîbên Xelaskirina Medîkal û Neteweyî (UMKE) yên ku di şert û mercên dijwar ên zivistanê da dixebitin çûn hewara 300 nexweşî, midaxeleya ewil bi xwe kirin û dû re ew gihandin nexweşxaneyan.
- Ji nexweşan 25 kes sewqî bajarên nêzîk kirin
Midûrê Şaxa 112 Bilez Xizmetên Tenduristiyê Umît Kizilay daxuyanî da peyamnerê AAyê û got ku ji bo midaxalekirina nexweş û birîndaran ekîb bi saniyeyan ra ketin pêşbaziyê û wiha dewam kir:
"Di nava 4 rojên dawîn da me bi 15 îstasyon, 9 ambûlansên bipalet û 152 personelî va 300 nexweş gihandin nexweşxaneyan. Li tevahiya bajêr 15 îstasyon hene. Li van deran jî 9 jê bipalet, 41 ambûlans û 152 jî personelê me hene. Ekîbên me di nava 4 rojan da xwe gihandin 300 nexweşî û ew birin nexweşxaneyan. Ev serkeftineke pir mezin e."
Kizilay got ku ji van 300 nexweşî jê 25 kes bi destê ekîbên tenduristiyê ji bo bajarên nêzîk hatin sewqkirin.