Haydar Şahin
05 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2019
SÎVAS
Li Sêwasê qismekî rûyê golên Togurge û Hafîkê ji ber hewaya sar cemed girt.
Hewaya sar û berfa ku li navend û navçeyên Sêwasê dibare ji bo welatiyan dibe sedema tengasiyê.
Qismekî rûyê Gola Todurgeyê ya li Zaraya navçeya Sêwasê ya ku germahiya hewaya wê di binê sifirê da ye qeşa girt.
Li rûyê gola li rexê rêbeja Sêwas-Erzincanê cî digre ya ku di çarçoveya "Peymana Parastina Qadên Avî yên Navneteweyî (RAMSAR) da hildabûn bin parastinê bi berf û cemedê dîmenên xweşik derketin holê.
Rûyê Gola Todurgeyê ya ku tê da 17 cure masî dijîn û ji bo çivîkên koçber rawestgeke girîng e her sal dicemide û qalindahiya qeşaya ser rûyê golê digihêje 8-12 santêman.
Ji ber hewaya sar qismekî rûyê Gola Hafîkê jî cemidî.
Gola ku bi qasî 2 kîlomêtreyan dûrî navenda navçeyê ye û havînê ji gelek çivîkên sakarmeke ra malxwedîtiyê dike zivistanê bi ber berfa ku dibare û hewaya sar zehf xweş xanê dike.