05 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2016
ANKARA
Di encama operasyoneke asmanî ya hêzên koalîsyonê da 68 hedefên DAEŞa rêxistina terorê yên amadehî dikirin ku ji Sûriyeyê gule berdin Tirkiyeyê, hatin îmhekirin û 14 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiyan duh hat tespîtkirin ku hêmanên DAEŞa rêxistina terorê yên li bakurê Sûriyeyê amadehî dikirin ku gule biavêjin Tirkiyeyê.
Li ser vê yekê bi obûsên Firtinayê, guleyên roketavêjan bersiv hat dayîn û balafirên koalîsyonê jî çar operasyonên asmanî li dar xistin û di encamê da 68 kozikên ku tê de mewziyên çekan, roketavêjên Katyûşayê û çekên hawanê hene hatin îmhekirin.
Di encamê de 14 terorîst hatin kuştin, sê wesayît û avahiyek jî hat îmhakirin.
Operasyona Asmanî
Ji aliyê din ve di encama nirxandina îstixbarata demkî de duh Fermandariya Hêzên Asmanî operasyoneke asmanî bir ser kozikên rêxistina terorê yên li herêma Metînayê. Balafirên şer kozikên ku hatin tespîtkirin imha kirin û pişt re vegeriyan baregehên xwe.
Balafirên şer ji asmanan va êrîş birin ser 7 kozikên rêxistina terorê yên li çolwara Çukurcaya navçeya Hekariyê.