Sevim Hatun
28 Mijdar 2016•Rojanekirin: 28 Mijdar 2016
ANKARA
Sozen got, "Di şûna yên tên teqawîtkirin de wê kur an jî birayê wan were wezîfedarkirin. Ew jî tê wê wateyê ku wê nêzî 18 hezarî parêzvanên ciwan dest bi wezîfeyê bikin. Li gor qanûn û verastkirinan wê di serdema nû de nêzî 25 hezarî parêzvan werin wezîfedarkirin."
Serokê Konfederasyona Hêzên Ewlekarî û Malbatên Şehîdan Ziya Sozen diyar kir ku ew ê di şûna parêzvanên wê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (BHQ) sewqî teqawîtbûnê bikin de nêzî 25 hezarî parêzvanî bigirin.
Sozen ji nûçegihana AAyê re daxuyand ku, parêzvanên ku emrê wan gihîştibe 49an ew ê bi BHQyê bi jimara 678an di nav 6 mehan de werin teqawîtkirin, di şûna wan de bi şerta ku temenê wan di bin 30 salî de be an zarok an jî birayên wan wekî parêzvan bên wezîfedarkirin.
Sozen got, "Me her tim bal dikişand ser parêzvanên xwe me digot piraniya parêzvanên me kal bûne û êdî nikarin li hemberî PKKyê têbikoşin" û wiha dewam kir:
"Li herêma Rohjilat û Başûrê Rojhilatê hejmara parêzvanên me yên ku li hemberî PKKya rêxistina terorê têdikoşin 47 hezar e û ji evana wê 15 hezar bên teqawîtkirin. Di şûna yên tên teqawîtkirin de wê kur an jî birayê wan were wezîfedarkirin. Ew jî tê wê wateyê ku wê nêzî 18 hezarî parêzvanên ciwan dest bi wezîfeyê bikin. Li gor qanûn û verastkirinan wê di serdema nû de nêzî 25 hezarî parêzvan werin wezîfedarkirin."