Sevim Hatun
28 Mijdar 2016•Rojanekirin: 29 Mijdar 2016
İSTANBUL
Sara Aktaşa berpirsa paye bilin a KCKya rêxistina terorê, li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê hat binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Stenbolê li ser îstîxbarata 'Aktaşa berpirsa paye bilind a KCKya rêxistina terorê hewl dide ku bi pasaportekê sexte bireve derveyî welêt', li balafirgeha Ataturkê tedbîr sitandin.
Di operasyona ku ekîbên polêsan li dar xist de, Sara Aktaşa ku hewl dida bi navê Rûken Şahînê bireve Almanyayê hat qefaltin. Hat ragihandin ku wê piştî karûbarê li ewlekariyê Aktaş sewqî dadgehê bê kirin.