10 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) di çarçoveya Hereketa Mertalê Feratê da operasyona hewayî birin ser herêma El Bab û Zarzûrê û 39 hedefên DEAŞa rêxistina terorê îmhe kirin.
Li gor agahdarkirina TSK Hereketa Mertalê Firatê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de ji bo parastina ewlehiya hidûd, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê yên wek DEAŞê hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di roja 109emîn a hereketê da Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) Dana û Barataha gel lê dijî xist bin kontrola xwe.
Fermandariya Hêzên Hewayî di çarçoveya hereketê da operasyona hewayî bir ser herêma El Bab û Zarzûrê. Di operasyonê da 26 avahî, 5 depoyên cebilxaneyê û 3 wesayîtên çekdar bi tevahî 39 hedefên DEAŞê hatin îmhekirin,
Wesayîta bêmirov (drone) jî li herêma Zarzûrê 4 mensûbên DEAŞa rêxistina terorê berteref kir.