26 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
ANKARA
Bi telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va Stenbol, Enqere, Mêrsîn, Edene, Gazîanteb û Hatay di serî da ji bo bajaran 7 hezar notirvanê werin hildan.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên Wezareta Karên Navxweyî hilda, li ser telîmata Serokomar Erdogan ji bo ku li sûk û taxan can û malê gel biparêzin û alîkariya hêzên ewlehiyê bikin teşkîlata "Notirvanên Sûk û Taxan" wê were xurtkirin.
Di çarçoveya xurtkirina teşkîlatê da 5 hezar û 392 kadroyên teşkîlatê hene û ev ê peyderpey were zêdekirin. Paşê ji bo 7 hezar notirvanên nû kadroyê were vekirin û walîtî wê li ser malperên înternetê welatiyan agahdar bikin.
Piştî bajarên li Rojhilata Anadoluyê, di serî da ji bo Enqere, Mêrsîn, Edene, Gazîanteb û Hatayê notirvanê werin hildan
Par piştî daxuyaniya walîtiyên Diyarbekir, Hekkarî, Mêrdîn, Şanliûrfa û Şirnexê ji bo notirvaniyê serlêdan hatin kirin û 280 kes wê di nav mehekê da dest bi wezîfeyê bikin. Ji notirvanan 69ê li Diyarbekirê, 40ê li Hekkariyê, 49ê li Mêrdînê, yekê li Şanliûrfayê 121ê jî li Şirnexê wezîfeyê bikin.
Ji bo ku li Stenbolê 700, li Şirnexê 100 notirvanê ji bo sûk û taxan werin hildan jî pêvajoyê dest pê kiriye û didome.
Vê gavê li Diyarbekirê 612, li Hekkariyê 156, li Mêrdînê 451, li Şanliûrfayê 59 û li Şirnexê jî 326 notirvan wezîfeyê dikin.