26 Sibat 2017•Rojanekirin: 27 Sibat 2017
ŞANLIURFA
Li Bîrecîka navçeya Şanliurfayê di navbera du malbatan da şerê çekdarî derket û di encamê da 3 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.
Li taxa Mezrayê ya li ser navçeyê di navbera du malbatan da nîqaşeke ku sedema wê hê diyar nîne, derket û herwiha nîqaş gur bû û çek teqiyan.
Di bûyerê da Îbrahîm, Hatîce Akbaş û Halîl Begît li ciyê rûdanê canê xwe dan. Muhittin, Îbrahim Begît û Ahmet û Yakup Akbaş jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîrecîkê. Piştî midaxaleyên ewil, birîndar sewqî nexweşxaneyên li Şanliurfayê kirin.
Li ser îxbarê gelek ekîbên cendirmeyan sewqî ciyê bûyerê kirin.
Ekîban herwiha li tax û nexweşxaneyê tevdîrên ewlekariyê standin.