Haydar Şahin
05 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2018
ÎSTANBUL
Amerîka Herîra Baregeha Hewayê ya Eskerî ya ji bo Rejima Beasê ji text daxê û paşê jî di operasyonên dijî DEAŞê da bi kar anî û li Hewlêra wîlayeta Iraqê ava kiribû fireh dike. Tê gotin ku rêveberiya Amerîkayê ji bo cebilxaneyê bigihîne PYD/PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê baregehê bi kar tîne.
Amerîka ji bo ku kapasîteya baregeha hewayê ya eskerî ya 65 kîlomêtre li dûrî navenda Hewlêrê ye berfireh û çalak bike xebatan didomîne.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji gelê Herîr û Basirmaya herêma baregeh lê ye sitand, Amerîkaya bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê ji sala 2015an vir da baregehê bi kar tîne di çarçoveya mezinkirina baregehê da dora bi hezaran dolim erdî bi têlê girt.
Gelê herêmê dibêje ku teyareyên amûr û sîlahan dikişînin baregehê bi piranî bi şev dadikevin balafirgehê, teyare û balafirên dadikevin û radibin her roj tên dîtin. Tê zanîn ku amûrên eskerî yên bi teyareyan tînin baregehê bi tiran ji PYD/PKKya rêxistina terorê ra tên şandin.
Gundiyên ku berê bertek nîşanî bicîbûna Amerîkayê nedidan ji ber ku ciyên çavdêriyê hatin avakirin, tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û zeviyên wan ji destê wan hatin girtin û pereyên wan nehatin dayîn gilîdar in.
Ji ber firehkirina baregehê li gundên Xirwatan, Betal, Başûrî Sîrsuna û Balyanê ji destê her malekê kêmzêde 40-50 dolim erd çû. Gundî ditirdin ku Amerîka baregehê hê jî fireh bike û zeviyên wan ên ku pê debara xwe dikin jî ji destê wan herin.
Gelê gund di sala 2016an da bi hinceta ku ji ber ewlehiyê nikarin zeviyên xwe biajon û heywanên xwe biçêrînin li herêmê çalakî li dar xistibû.
- "Gelo rêveberiya Washîngtonê nifuza xwe ya li herêmê zêde dike?"
Rêveberiya Washîngtonê di 6ê tîrmehê da li Hewlêrê xîmê avahiya serkonsolosxaneyê ya ku li ser 51 dolim erdî were çêkirin û 795 milyon dolarî bigre danîbû û mersima fermî li dar xistibû. Avakirina serkonsolosxaneyê ew ê hetanî sala 2022yan dewam bike.
Felah Mistefayê Berpirsyarê Daîreya Têkiliyên Karên Derva ya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê daxuyanî dabû medyayê û gotibû ku li gor kapasîte û mezinbûna qadê Amerîkayê wargeha konsolosxaneyê ya li dinyayê ya herî mezin çêbike.
Xêncî avakirina wargeha konsolosxaneyê Amerîka ji sala 2015an vir da ji bo cebilxaneyê bigihîne PYD/PKKya rêxistina terorê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û Herîriya Baregeha Hewayê ya Eskerî bi kar tîne.
Di têkoşîna dijî DEAŞê da hema bêje gihîştin dawiyê ligel vê Amerîka konsolosxaneyeke mezin ava dike û baregehên hewayê çalak diemilîne ev jî pirsa "Gelo rêveberiya Washîngtonê nifuza xwe ya li herêmê zêde dike?" tîne bîra mirov.