Haydar Şahin
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 19 Hezîran 2018
IGDIR
Çiyayên Îdira li rojhilatê welêt bi darên behivan ên hatin daçikandin va ji bo cotkaran bûn deriyê aboriyê.
Di çarçoveya xebata bi destê Midûriyeta Giştî ya Daristanan a Wezareta Daristan û Karên Avê hatibû destpêkirin da ji bo şênkirina çiyayê Îdirê tovê behîvan li çolê reşandin.
Di sala 2017an da kêmzêde 900 hezar tovê behîvan ajotin û di demeke kin da tov zîl da û bûn şitil.
Li gor tesbîtên ewil şitlên behîvan ew ê li bi ber û bereket bin û di salên pêşiya me da jî gundên aliyê çiyê jî ew ê tov biavêjin.
Taner Tazegunê Midûrê Daristanê yê Îdirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku tovê behîvan ên ku par hatibûn ajotin îsal bûn şitil.
Tazegun got ku di demeke kin da çil û çiyayên kurr hêşîn bûn û wiha pê da çû: "Li bajarê me hişkahî heye, wezareta me û midûriyeta me li vê derê bernameyan dimeşînin. Me li vê derê gelek şitil ceribandin lêbelê ya ku herî ring girt behîv e."
Tazegun diyar kir ku di ajotina tovê behîvan da encamên baş bi dest xistin û wiha axivî: Me kêmzêde 900 hezar tovê behîvan ajotin û di demeke kin da tov zîl da û bûn şitil. Di pêşerojê da behîv ew ê ji bo bajarê me bibe deriyê debarê. Wezareta me girîngiyê dide vê."
- "Li eraziyan ji sedî 90 serkeftin heye"
Tazegun destnîşan kir ku di pêşerojê da gundî ew ê ji behîvan qezenceke baş bi dest bixin û wiha got:
"Nika li ciyên me tov avêtê ji sedî 90 serkeftin heye. Ligel bêavbûn û hişkahiyê ber û bereketeke baş heye. Em di van xebatan da bi gundiyan ra tev digerin. Lewra dibê gundî jî bixwazin. Heke gundî evlî nebin nabe. Behîv di hişkahiyê da tamîş dibin. Şitil hê teze ne lêbelê dîsa jî li ser her şitlekê 4-5 kîlo behîv hene."