15 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2016
GAZÎANTEP
Derket meydanê ku yek ji 5 endamên rêxistina terorê ku li Qosera navçeya Mêrdînê di operasyona hêzên ewlehiyê da hatin kuştin Mahsun Ayê bi nasnavê "Fîraz Bagok" e ku wek "berpirsiyarê GAP-Rihayê" yê PKKyê tê zanîn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê wergirt, hêzên ewlehiyê agahî hildane ku li Qoserê komeke endamên rêxistinê li taxa Buyuktepeyê xwe vedişêrin û bi şev jî di bîrên avê da bêhna xwe didin.
Hêzên ewlehiyê piştî tevdîran di 10ê tîrmehê da derketin operayonê û di operasyonê da ji endamên PKKyê Mahsun Ayê bi nasnavê "Fîraz Bagok", Yahya Yagmurê bi nasnavê "Kurtay Bîrhat Feraşîn", Mehmet Kulbayê bi nasnavê "Welat Semsûr", Mahmut Guçluyê bi nasnavê "Bîngol" û Beşir Ucayê bi nasnavê "Mordem Gelhat" hatin kuştin.
Wek mayîn derket meydanê ku yek ji 5 endamên rêxistina terorê ku li Qosera navçeya Mêrdînê di operasyona hêzên ewlehiyê da hatin kuştin Mahsun Ayê bi nasnavê "Fîraz Bagok" e ku wek "berpirsiyarê GAP-Rihayê" yê PKKyê tê zanîn.