Önder Beyter
12 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
KILÎS
Weqfa Alîkariya Mirovî Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) wekî aîkarî xida, pakêta paqijiyê û betaniye da 3 hezar sûriyeyiyên li Kilîs û yên li dewrûbera Mareya Heleba Sûriyeyê.
Berpirsê ÎHHyê li Kilîsê Aydin Gençoglu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ew berdewam in ku alîkariyê didin malbatên mexdûrê şerê Sûriyeyê.
Gençoglu diyar kir ku wan wekî alîkarî xida, pakêta paqijiyê û betaniye da 3 hezar kesên li navenda bajarê Kilîsê û herwisa yên li Mareyê. Gençoglu got ku di nava kesên ku alîkariya wan hat kirin da êtîm û astengdar jî hene û wiha bal kişand, "Bi taybetî jî xelkê ku li Mareyê di hundirê konan da dijîn pêwîstiya wan bi betaniye û cilûbergên zivistanê heye."
Ehmed el-Xidirê sûriyeyî jî diyar kir ku ji ber alîkariyan ew pir kêfxweş in û wiha xeberda, "Êtîmek li cem min heye, ez lê mêze dikim. Dê û bavê vî zarokî di şer da mirin. 4 zarokên min jî di şer da şehîd ketin. Ji ber alîkariyên wan ez spasiya ÎHHyê dikim."