Önder Beyter
10 Sibat 2019•Rojanekirin: 11 Sibat 2019
ÎSTANBUL
Serokê TBMMyê û Namzedê AK Partiyê yê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê Bînalî Yildirim beşdarî bernameya mewlûdê ku ji bo şehîdên di avahiya ku li Kartalê hilweşiya da hat lidarxistin bû.
Di bernameya ku bi destê Weqfa Çand û Perwerdeyê ya Erzinganê û Komeleya Pîşesaz û Karsazên Erzinganî li Mizgefta Şehzadebaşi ya li Fatîhê hat lidarxistin da Qur'ana Kerîm û Mewlûda Şerîf hatin xwendin û dia hat kirin.
Bînalî Yildirim di dawiya bernameyê da ji bo kesên ku di bînaya rûxiya da mirin û hemû şehîdan rehmet xwest.