Fatih Gazioğlu
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
KAYSERİ
Şaredariya Bajarê Mezin a Qeyseriyê ji bo kal û pîrên ku heta niha tu carî neçûne Çiyayê Erciyesê bernameyeke gerê li dar xist.
Li gor daxuyaniya ku ji şaredariyê hat dayîn, tîman 100 kal û pîrên ku li 'mala hizûr'ê dimînin birin Çiyayê Erciyesê.
Kal û pîran ewil Navenda Qaşûnê ya Erciyesê ziyaret kir û li wê derê taştê xwarin. Mêvanên kal û pîr piştî taştê li teleferîkê siwar bûn û wêne kişandin.
Ji kal û pîran Asker Taşê 95 salî got ku ew di emrê xwe da cara ewile diçe Çiyayê Erciyesê û wiha axivî: "Ez spasiya şaredariyê û revebirên wan dikim. Min Erciyes nû dît. Li dinyayê ciyên gelekî xweş hene."
Bernameya gerê piştî firavîn û meşa qeraxê golê, qediya.