21 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2016
SÎÎRT
Şaredarê Weyselqeranî Enes Cengîz û Endama Meclisa Şaredariya Baykanê Selva Erdogana ku di çarçoveya lêpirsîna terorê de hatin binçavkirin hatin girtin.
Şaredarê Weyselqeranî Cengîz û Endama Meclisa Baykanê Erdogana ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Baykanê ve tê kirin de bi îdiaya "Arîkarî û piştevaniya rêxistina terorê" hatin binçavkirin piştî miameleyên li Midûriya Ewlehiyê ya Sêrtê derxistin dadgehê.
Cengîz û Erdoganê piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezaya Silhê ya Sêrtê kirin û Cengîz û Erdogan hatin girtin.
Alî Aydina Şaredarê Baykanê yê ku di çarçoveya heman lêpirsînê de li Enqereyê hatibû binçavkirin jî ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin.
Ji bo ku Ayten Sezgîna endama meclisa Şaredariya Weyselqeranî ya firarî jî bê girtin xebat berdewam dikin.