20 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
GAZÎANTEP / HALEP
Cerablûsa navçeya Heleba Sûriyeyê piştî Hereketa Mertala Feratê azad bû. Penaberên ku ji ber zilma hêzên rejimê û DAEŞa rêxistina terorê direvin niha xwe dispêrin Cerablûsê.
Piştî ku Cerablûs kete destê Artêşa Sûriyeyê ya Azad ji bo gel bû sembola rizgarbûnê. Ji bilî hezaran penaberên ku xwe spartibûn Tirkiyeyê malbatên ku bi taybetê ji Şam, Reqa û Lazkiyeyê dijîn û dixwazin ji ber zilma hêzên rejimê û DAEŞa rêxistina terorê xwe xilas bikin jî xwe spartin Cerablûsê.
Penaber û malbatên ku di konan de an jî di dibistanan de hewl didin bijîn benda alîkariyê ne. Saziyên alîkariyê yên li Tirkiyeyê li van malbatan xwedî derdikevin û alîkariyê dişînin wan.
15 malbatên ku xwe sipartine dibistaneke 2 qatî li benda alîkariyê ne.
- "Pêwistiya penaberan bi her tiştî heye"
Endamê Meclisa Herêmî ya Cerablusê Gassan Mihemmed daxuyanî da nûçegihanê û got ku navçe êdî azad e û hembêza xwe ji malbatên mexdûrê şer ra vekiriye.
Mihemmed diyar kir ku piraniya lazmatiyan ji aliyê Tirkiyeyê va tên peydakirin û wiha dewam kir: "Niha di dibistanên Cerablusê da gelek malbatên penaber dimînin. Tenê di vê idibistanê da 15-malbat hene. Li Cerablusê 150-200 malbat wiha dijîn. Pêwistiya penaberan bi her tiştî heye. Ji ber ku hatiye azadkirin gelek tên vir."
- "Heke Esed bibîhîze ku min daxuyanî daye ewê birayê min bikuje"
Sûriyeyiyekê ku bi malbata xwe ya ji 8 kesan pêk tê va hefteya barî ji Şamê hate Cerablû û nexwest navê wî bê nivîsandin û dîmenên wî bên kişandin diyar kir ku birayê wî di destê hêzên rejimê da hêsîr e.
Welatiyê Sûriyeyê got ji tirsa ku zirarê bidin malbata wî xwe sipartiye Cerablûsê û wiha axivî: "Heke Esed bibîhîze ku min daxuyanî daye ewê birayê min bikuje. Ya rastî em di şertên zor da hatin vê derê. Hin perê min hebû min da ajokarê kamyonekê, em anîn vê derê. Me malbata xwe û eşyayên xwe hilda û hatin vê derê. Çaxa ku kamyon disekinî me digot 'em îcar hatin girtin' û zehf tirsiyan. Şikir ji Xwedê ra em sax salim gihîştin vê derê. Min berê eva xwendingeha dizanibû ji ber vê em rasterast hatin vê derê. Ya rastî rewşa me baş nîne û dixwazin ku alîkariyê bidin me."