12 Mijdar 2015•Rojanekirin: 15 Mijdar 2015
HAKKARÎ
Şermîn Kayaya ji Îzmirê ya ku mamosteya fizîkê ye, li Hekariyê, li ciyê ku 39 sal berê dê û bavê wê wezîfedar bûn, xizmeta perwerdeyê dide.
Dê û bavê Şermîn Kayayê 39 berê li Hekariyê wezîfedar bûn û niha jî Kaya li Lîseya Anadolu Îmam Xetîbê xwendekarên xwe ji bo pêşerojê hazir dike.
Kayayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Bavê min Sedat Kaya di sala 1976an da wek bijîşk hat Hekariyê û diya min Sevgî Kaya jî wek hemşîre hat Hekariyê. Dê û bavê min qederê 4 salan li Hekariyê dimînin û di sala 1980an da ji bajêr diçin."
Kayayê destnîşan kir ku Hekarî dereke xweş e û got ez kêfxweş im ku li vir dixebitim û wiha dewam kir: "Dê û bavê min li vir xebitîne. Ez kêfxweş im ku li vir im."
Kayayê bangî masmoteyên ku bên Hekariyê kir û wiha got: "Di serî da hin tirs û pêşqebûl hene, lê piştî ku meriv dest bi kar dike, dibîne ku wekî tê gotin nîne. Ev dereke zehf xweş e."