15 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2017
PEKÎN
Çînê der heqê beyana Donald Trumpê ku serokatiya DYAyê ra hat hilbijartin a "Dibe ku Polîtîkaya Tekane a Çînê bibim ser maseya bazarê" da wiha daxuyanî da, "Li dinyayê tenê Çînek heye."
Berdevkê Wezareta Çînê Lu Kang di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser malpera fermî ya wezaretê da wiha got, "Li dinyayê tenê Çînek heye. Taywan jî perçeyek ji Çînê ye ku nabe jê biqete. Rêveberiya Pekînê, tekane dewleta meşrû ye ku xelkê Çînê temsîl dike. Ev rastî nayê guhertin."
Lu destnîşan kir ku di peywendiyên Çîn-DYAyê da tekane polîtîkaya Çînê, bingeheke siyasî ye û wiha bangî rêveberiya Washingtonê kir, "Divê bi kêşeya Taywanê ku kêşeyeke pir hesas e, baş beled bin û ji gavên ku dê zirarê bide peywendiyên herdu welatan, dûr bisekinin."
Trumpê ku dê di 20ê rêbendanê da li ser qoltixê serokatiyê rûnê, di hevpeyvîna xwe ya duhê da, ku di Wall Street Journalê da belav bû, wiha gotibû, "Dibe ku Polîtîkaya Tekane a Çînê bibim ser maseya bazarê. Bona çareseriyê jî polîtîkayên Çînê yên li ser pere û helwestên wê yên di mijara bazirganiya navneteweyî da dê bandordar bin."
Rayedarên Çînê herwiha bertek nîşanî Donald Trump dan ku seba piştî ku wekî serok hat hilbijartin, bereksê teamulên dîplomatîk li ser têlefonê bi lîderê Taywanê ra peywendî danî.
Li Çînê piştî ku di 1949an da Mao Zidong bibû desthelat, hin endamên hikûmetê revîbûn Taywanê û li giravê serxwebûn ragihandibûn û herwiha Taywan ava kiribûn ku jê ra digotin Çîna neteweperwer. Lêbelê Çînê serxwebûna Taywanê nas nekiribû û îdia kiribû ku girav, eyaleteke wê ye. Bi tenê 22 welat Taywanê nas dikin.
Serokê Dewleta Çînê Şî Cinping û lîderê berê yê Taywanê Ma Ying-jeou di 2015an da li Sîngapûrê hatibûn cem hev û piştî 66 salan hevdîtinek pêk anîbûn. Herwiha di vê hevdîtinê da biryar hatibû wergirtin ku di mabeynê herdu welatan da bona avakirina pêbaweriyê "xeta sor" were sazkirin ku lîder raterast bikaribin têkiliyê daynin. Lê piştî ku di hema gulanê da serokê Partiya Geşepêdana Demokratîk Tsai Ing-wen li Taywanê bû desthelat, Çînê ev biryara xwe rawestand.