Nihat Kavşut
26 Hezîran 2018•Rojanekirin: 27 Hezîran 2018
ANKARA
Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mahîr Unal der barê babîneya nû da wiha got: "Dibe ku kesên ji alema şixul, ji alema çand û werzişê û ji yên ku li dervayî welat mane cih bigirin."
Unal li TRT Haberê der barê encamên hilbijartinê da axivî.
Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mahîr Unal der barê babîneya nû da wiha got: "Dibe ku kesên ji alema şixul, ji alema çand û werzişê û ji yên ku li dervayî welat mane cih bigirin."
Unal destnîşan kir ku Muharrem Înce di dawiya 40 salan da wekî namzedê serokomariyê ji sedî 30 benda psîkolojîk derbas kiriye û bûye lîderê sirûştî yê CHPyê.
Berdevkê AK Partiyê Unal di berdewamiyê da wiha got: "Brêz Muharrem Înce ji partiya xwe gelekî zêdetir deng wergirtiye ku ev yek jî bûye sedem ku li ser lîdertiya brêz Kemal Kiliçdaroglu nîqaş rû bidin."