04 Nîsan 2016•Rojanekirin: 05 Nîsan 2016
BEXDA
Li Iraqê Serokwezîr Heyder el -Îbadî kabîneya hikûmetê ya teknokratan ya ku ji 16 wezîran pêk tê di 31ê adarê de pêşkeşî meclisê kir. Sunî û kurd îtîrazê nîşanî vê kabineyê didin, lê Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya ku Îbadî jî endamê wê ye piştgiriyê dide vê koalîsyonê.
- "Bêyî ku ji nûnerên gelê sunî bipirse namzed nîşandan şaş e"
Parlementerê Sunî Întisar Cuburî kabîneya Îbadî rexne kir û ji nûçegihanê AAyê re behsa tevgera suniyan a li hember vê kabîneyê kir.
Cuburî got ku Îbadî ji suniyan nepirsiye, lê li ser navê wan namzetek nîşan daye û wiha axivî: "Bêyî ku ji nûnerên gelê sunî bipirse namzed nîşandan şaş e. Di meclisê de hemû komên siyasî li hember vê tevgera Îbadî ne. Bi mudaxaleya Amerîka û hin hêzên derve ve di kabîneya nû ya ku Îbadî hilbijart de wê hin guherîn çêbibin. Ji guherîna kabîneyê zêdetir ya girîng ew e ku herêmên sunî bila ji destê rêxistina terorê DAEŞê bên xilaskirin. Ji gelê me qismek di bin emrê DAEŞê de ye, jê qismek jî wek penaber dijîn. Hikûmet mixabin guh nade van mijaran."
- Kurd jî bertekê nîşanî kabineyê didin
Parlamenterê Îtifaqa Kurdistanê ya Meclisa Iraqê Erafat Karam jî daxuyand ku ew jî dixwazin di kabîneyê de guherîn çêbibe, lê navê ku hatine diyarkirin ji bo wan bûye suprîz, lewra der barê van namzetên ku hatine eşkerekirin de tu agahiya wan tune.
Karam got ku divê Îbadî bizanibe ku li Iraqê nijada duyemîn kurd in û divê wisa tevbigere. Karam wiha axivî: "Em dixwazin mafê xwe yê ji sedî 20 ya ku hilbijartinan biparêzin. Divê Îbadî namzedan ji me bipirse. Heke ew namzedên ku hilbijartiye bi israr derbixe li pêş me, em ê red bikin û xebatên xwe yên li meclisê bidin sekinandin. Kabîneyeke wiha heyama Saddam tîne bîra mirov. Wê demê jî qaşo wezîrên ku kurdan temsîl dike dihatin wezîfedarkirin. Ev ne demokratîk e."
- "Îbadî ji me nepirsî"
Parlamenterê Koalîsyona Dewleta Qanûnê Huda Seccad jî got ku Serokwezîr Îbadî gaveke pir wêrek avêtiye û wiha axivî: "Heke kabîne bi ser nekeve, berpirsyar Ebadî ye. Partiyên din jî divê bi vê fikrê tevbigerin. Di nav namzedên ku Îbadî hilbijartiye de 3 namzedên Muqteda es-Sadr hene. Îbadî dema namzed hilbijartin em jî di nav de ji tu kesî nepirsî û îstişare nekir. Ev namzed kesên xweser in û bi tu partiyan ve têkiliya wan tune."
- "Hin namzed nêzîkî Partiya Dozê ne"
Parlamenterê Tevgera Îslahê Zahir Îbadî jî got ku der barê kurtejiyana wezîrên ku wek namzed hatine nîşandan de tu agahî negîhîştiye destê wan û wiha axivî: "Lê em wisa difikirin ku ji wan hinek nêzîkî partiya desthilat (Partiya Dozê) in. Hin namzed wesfên teknokratiyê di xwe de nahewînin."
Parlamentera Koalîsyona Vataniyyeyê Cemîle Ubeydî jî got ku dema Îbadî kabîne pêşkeş kir ew têra xwe xwedî vîzyon û nexşerêyê nebû. Em wek koalîsyon û meclîs der barê namzedan de xwedî agahiyên eşkere nînin. Me hin agahiyan ji medyayê bi dest xist. Em dixwazin hikûmeteke neteweyî û sîvîl, ya ku ji hizbîtiyê dûr û di karên xwe de pispor e, bê avakirin."