27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2016
MUŞ
Waliyê Mûşê Seddar Yavuz beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû.
Yavuz der heqê dengdayînê da agahî hilda û wêneyên kategoriyên nûçe, jiyan û sporê yek û yek mêze kir.
Walî Yavuz di kategoriya nûçeyê da wêneya Abdullah Coşkun a "Serokomar Recep Tayyîp Erdogan", di kategoriya jiyanê da Soner Kilinç a "Li Uşakê barana kevirên asîman" di kategoriya sporê da jî wêneya Salih Zekî Fazlioglu ya "Gola Eren Derdiyok" vebijart.
Yavuz got ku hemû wêne tesîrê li ser meriv dikin û wiha dewam kir:
"Ajansa Anadoluyê ne tenê li Tirkiyeyê li dinyayê nûçeyên girîng çêdike û li Tirkiyeyê navnîşana herî girîng a nûçegihaniya alînegir û rast e. Ez spasdarê xebatkarên Ajansa Anadoluyê me."