Nihat Kavşut
27 Nîsan 2018•Rojanekirin: 27 Nîsan 2018
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ji bona 32 gumanbarên bi rutbeya serdarî û serpeliyê li Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan wezîfedar in biryara binçavkirinê da.
Li gor daxuyaniya serdozgeriyê hatiye tesbîtkirin ku gumanbar bi têlefonên bikontor, ankesor û bufeyan bi îmamên mehrem yên rêxistinê ra axivîne.
Li gor agahiyan li Enqere û 12 bajarî operasyonên binçavkirinê dewam dikin û heta niha 18 gumanbar hatine binçavkirin.