Sevim Hatun
07 Tebax 2017•Rojanekirin: 08 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê hezkiriyên ku perwerdeya noqkariyê hildidan, hina xwe li behrê di bin avê de kirin.
Seyhan Acar û Erdinç Çoruhluyê ji xwendekarên Kuluba Sporên Binavê ya Beylikduzuyê hina xwe li behrê din avê de kirin.
Seyhan Acar tevî hevalên xwe bi tupên oksîjenê xwe berî binê behrê dan û di bin avê de kêf kirin.
Destê bûkê di bin avê de hat hinekirin, zêrek kirin destê wê. Herwiha hevalên bûk û zava li dorbera wan govend girtin û li defê dan.
Zava ji avê derket û li jor tevî hevalên xwe kêf kir.
Seyhan Acarê piştî hinê got: "Ez li bin behrê pir bextewar im, min xwest ez hina xwe li ciyê herî kêfxweş dibim bikim."