23 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2016
AGRI
Endamên Federasyona Kulubên Spora Amator a Agiriyê (ASKF) şorbeya germ îkramî polêsên ku di vê hewaya sar da li ser rêyan kontrolê dikin û wezîfeya xwe bi cî tînin kirin.
Endamên ASKFê li Agiriya ku lê germahiya hewayê di binê sifirê da 28 pile hat pîvandin ji bo ku piştgirî û moralê bidin polêsên ku di vê hewaya sar da wezîfeyê dikin şorbe li wan belav kirin.
Polês jî bi endamên ASKFê ra axivîn û ji bo piştgiriyê ji wan ra sipas kirin.
Serokê ASKF ya Agiriyê Erkan Kosedag daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wek endamên ASKFê ji bo morelê polêsên ku wezîfeyê dikin ziyaret kirin.
Kosedag destnîşan kir ku li bajêr car caran germahiya hewayê dadikeve di binê sifirê da 35 pileyan, polês di şert û mercên zor û zihmet da wezîfeyê dikin û welêt diparêzin.
Kosedag bertek nîşanî bûyerên terorê da û wiha got: "Em ji bo ku polêsên ku ji bo ewlehiya me nobedê digrin ziyaret bikin, piştgiriyê bidin wan û di vê hewaya sar da wan hinekî germ bikin hatin vê derê û me şorbe da wan. Xwedê ji hemûyên wan razî be. Em dixwazin ku bi vê wesîleyê va êrîşa li dijî polêsên me ya li Stenbolê û êrîşa li dijî leşkerên me ya li Qeyseriyê şermezar bikin."