23 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2016
ŞANLIURFA
Wezareta Karên Navxweyî bi biryarnameya hukmê qanûnê (KHK) va ji bo Cîgirtiya Şaredarê Şaredariya Halfetiyê navçeya Şanliurfayê Şeref Albayrak hat wezîfedarkirin.
Waliyê Şanliurfayê Azîm Tuna daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got Şaredarê Halfetiyê Mustafa Bayram ji ber endamtiya rêxistina terorê hat girtin û wan ji şûna wî Qaymeqamê Halfetiyê Şeref Albayrak wezîfedar kir.
Şaredarê Halfetiyê Mustafa Bayram di çarçoveya lêpirsina ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê bi reva dibir da 2yê çiliya pêşîn bi sedema endamtiya rêxistina terorê hatibû girtin.