Abdullah Tel
13 Sibat 2019•Rojanekirin: 14 Sibat 2019
MARDÎN
Li Mêrdînê ser sînorê Sûriyeyê di hundirê kungê da 2 kalaşnîkof, tivingeke piyadeyê û cebilxane hatin qefaltin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat gotin ku bi saya xebatên îstîxbaratî ya ekîbên Fermandariya Cenderme ya Bajêr agahî hat hildan ku wê di 10ê Sibatê da çek û cebilxane deynin herêmeke ser xeta sînorê Tirkiye-Sûriyeyê cih digire.
Li ser vê agahiyê xebat hat kirin û di encama lêgerînê da di hundirê kungeke bin blokên beton derbas dibe da 2 kalaşnîkof, tivingeke piyade, 4 şarjor, 2 têlefonên destan û 2 jî kartên SIMê hatin qefaltin. Li ser telîmata dozgerê komarê amûrên hatin qefaltin, hildan.
Hat gotin ku bi piştevaniya gelê herêmê va ji bo ewlehî û aramiya tevahiya bajêr xebat û têkoşîna li hemberî rêxistina terorê tê dayîn wê bênavber dewam bike.