06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî ragihand, di operasyonên ku vê hefteya dawîn li seranserê welat hatin lidarxistin da 68 jê kuştî, 6 jê sax, 6 jê jî teslîmbûyî bi tevahî 80 terorîst hatin berterfkirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî, di navbera 30ê cotmehê-6ê mijdarê da bi beşdariya Tevgera Taybet a Cendirmeyan, Tengera Taybet a Polêsan, Yekîneyên Komandoyên Cendirme û unsûrên esmanî û bejayî yên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê va hezar û 476 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da 947 kesên ku hat tespîtkirin, peywendiya wan bi rêxistinên terorê PKK/KCK, DEAŞ, FETO/PDYyê ra heye û alîkarî û piştevaniya wan dikin, hatin binçavkirin. Dîsa 68 jê kuştî, 6 jê sax, 6 jê jî teslîmbûyî bi tevahî 80 terorîst hatin berterfkirin.
Di encama van operasyonan da li Diyarbekirê 26, li Bedlîsê 10, li Tunceliyê 8, li Mêrdînê 3 û li Erzinganê yek bi tevahî 47 stargeh hatin rûxandin.
Di van şikeft û stargehan da qedera 4 tonî alavên xidayê, 23 jê giran 36 çek, 637 kîlogram madeya teqemeniyê, 16 bombeyên destan, hezar û 572 muhîmatên cur be cur hatin qefaltin. Ji xeynî vê, 18 teqemeniyên destçêkirî û mayîn hatin jinavbirin.
- Têkoşîna dijî hişbir û qaçaxçîtiyê
Herwiha di çarçoveya têkoşîna dijî hişbir û qaçaxçîtiyê da li 77 parêzgehan 2 hezar û 508 operasyon hatin lidarxistin û di encamê da hezar û 263 kîlogram esrar, 237 kîlogram eroîn, 2 kîlogram bonzaî, kîlogramek benîştê hişbirê, 3 kîlogram metamfetamîn, 24 hezar û 254 hebên hişbirê, 9 hezar û 612 serî kirkirk hatin bidestxistin.
Ji xeynî van, 798 hezar û 979 pakêt cixareya qaçax, 57 hezar û 430 litre sotemenî hatin bidestxistin û hezar û 350 berşik jî hatin binçavkirin.