Türkan Tosun
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
RIYAD
Melikê Erebistana Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz û Serokwezîrê Berê yê Libnanê Seed El Herîrî kom bûn.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya SPAyê Melik Selman li Riyadê Serokwezîrê Libnanê Herîrî yê ku roja şemiyê daxuyandibû ku wî dev ji wezîfeya xwe berdaye pêşwazî kir.
Selman û Herîrî li Qesra Yemameyê civînek pêk anîn.
Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdiyê Adil El Cubeyr, Weîrê Karên Navxweyî Evdulezîz Bin Siûd û hin wezîrên din jî beşdarî civînê bûn.
Herîrî li ser medyaya civakî wêneyekî ku bi Melik Selman re kişandiye parve kir û wiha nivîsand: "Ez ji ber ziyareta xwe ya Melik Selman Bin Ebdulezîz a li Qesra Yemameyê kêfxweş im."
Hikûmeta ku Serokwezîrê Libnanê Seed El Herîrî ava kiribû di Kanûna Pêşîn a 2016an de raya pêbaweriyê hildabû. Hê salek di ser ra derbas nebû Herîrî roja şemiyê daxuyand ku ew îstifa dike.
Herîrî gotibû Hizbullah û Îran li herêmê li dû bêîstiqrariyê ne û bal kişandibû ser wê ku dixwazin wî bikujin.