19 Hezîran 2018•Rojanekirin: 19 Hezîran 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku di operasyona asîmanî ya Artêşa Tirkiyeyê di 17-18ê hezîranê da li Avaşîn-Basyana bakurê Iraqê, Diyarbekir û Şirnexê bir serî da 26 terorîst hatin berterefkirin.
Di agahdarkirina ji hêla Serokatiya Sererkaniyê va hat kirin da hat gotin ku di 17-18ê hezîranê da Artêşa Tirkiyeyê li derveyî welêt operasyona asîmanî bir ser hedefên terorê yên ku li Avaşîn-Basyana herêma bakurê Iraqê bûn.
Artêşa Tirkiyeyê li hundirê welêt jî operasyona hewayî bir ser hedefên terorê yên li çoltera Hênê ya navçeya Diyarbekirê û çoltera Silopiya navçeya Şirnexê.
Di operasyonê da hedefên ku ji hêla rêxistina terorê va wek kozik, baregeh, stargeh û cebilxane dihatin emilandin, hatin îmhakirin.
Hat gotin ku di operasyonê da bi tevahî 26 terorîst hatin berterefkirin.