Elif Orhan
11 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2015
ŞANLIURFA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di Plana Çalakiyê ya Hikûmeta 64emîn de eşkere kir ku dê ji êmê û gubreyê KDVyê bi temamî rakin. Xwediyê ajalan ên li Şanliûrfayê ji ber vê yekê gelekî kêfxweş in.
Ji Xwediyê ajalan Halîl Çîftçî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ji bo ku ajalên xwe baştir xwedî bikin her sal bi tonan ceh û ka distînin.
Çîftçî got ku bihayên êmê ji ber bacê gelekî zêde ye, di her firsendê de dan zanîn ku divê bacê kêm bikin û wiha axivî: Serokwezîrê me dema di weadên hilbijartinê de got ku dê di êmê de KDVyê rakin em gelekî kêfxweş bûn. Niha KDV tê rakirin. Dê biha kêm bin û emê bêtir bikarin ku ji heywanên xwe re êmê bistînin. Em gelekî kêfxweş in. Xwedê ji hikûmeta me razî be."
Mahmut Turan jî diyar kir ku ajalvanî kareke zehmet e û got ku ji ber ku pere gelekî diçû gelek xwediyê ajalan mecbûr man ku ajalên xwe bifroşin.
Turan got ji ber ku di êmê de KDV bi temamî hat rakirin kêfxweş in û wiha axivî: "Me digot ku bira bac kêm bibe, niha bi temamî rabû. Gelek baş çêbû. Înşeallah ji niha pê ve em gelek sezonên biqezenctir bibînin."
Ji ajokaran Kasim Çetîn jî qal kir ji ber ku dê bihayê êman kêm bibe kêfxweş in û da zanîn ku bi kelecanî li benda bernameyên der barê piştgiriya pêşketina gundewarî ne.
- "Dê piştigiriyên girîng bide hilberîna çandiniyê"
Serokê Odeya Zîreatê ya Şanliûrfayê Ahmet Eyyupoglu jî diyar kir ku Plana Çalakiyê ya Hikûmeta 64emîn cotyarên herêmê rehet kir, bi vî awayî dê pereyê ku di van salên dawîn de ji bo hilberina çandiniyê tê xerckirin, kêm bibe.
Eyyupoglu destnîşan kir ku bi rakirina KDVyê dê hem xwediyê ajalan hem jî cotyar hêzdar bibin û wiha axivî:
"Em hemû dizanin ku ajalvanî di hin heyaman de dikeve rewşeke dijwar. Ji ber vê heke di êmê de KDV neyê sitandin ev dê bibe wesîleya pêşketina ajalvaniyê û dê hilberîna goşt jî gelekî zêde bibe. Di vî warî de ev ji bo cotyarên me yên ku bi ajalvaniyê re mijûl dibe mizgîniyeke mezin e. Di gubreyê de jî KDV hat rakirin û ev yek dê piştgiriyeke mezin bide hilberîna çandiniyê. Em li ser navê cotyarên Şanliûrfayê spasiya pêşkêşî Serokwezîrê me Birêz Ahmet Davutoglu û di şexsê wî de ji hikûmeta me re dikin."