13 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2015
ŞANLIURFA
Li Sêwerega navçeya Şanliûrfayê doktorê ku rastî êrîşê hat, mir.
Li gor agahiyan li taxa Ofîsê ji ber sedemên ku nayên zanîn doktor Burhan Çagan Yucel rastî êrîşê hat û giran birîndar bû.
Yucelê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê digel midaxeleyê mir.
Cinazeyê Yucelê ku li Şanliûrfayê di nexweşxaneyeke taybet da dixebitî ji bo otopsiyê şandin morgê.
Der heqê bûyerê lêkolîn û lêpirsîn dewam dike.