Fatih Gazioğlu
02 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Bihayê dolar serê sibê bilind bû û niha di asta 5,9800 lireyî da sekinî.
Duh bihayê dolar ji sedî 1,8 daketibû û bibû 5,9085 lire û bi 5,9395 lireyî va roj temam kiribû.
Di piyaseyê da dolar îro ji sedî 0,68 zêde bû û ji saet 09.45an pêva jî bi 5,9800 lireyî tê firotin.
Di heman deqîqeyan da ewro ji sedî 0,4 zêde bû û bi 6,9090î lireyî, sterlîn jî ji sedî 0,52 zêde bû û bi 7,7905 lireyî hat firotin.
Pispor dibêjin li hundir û dervayî welêt di rojevê da tiştekî girîng tuneye û ji ber vê yekê guherîneke mezin çênabe.
Li gor pisporan heke bihayê dolar bikeve, bihayê dolar wê di asta 5,75 û 6,10 lireyî de bimîne.