01 Tebax 2017•Rojanekirin: 01 Tebax 2017
ANKARA
Hat tesbîtkirin ku Baregeha Esmanî ya Akinciyê dema hewla derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an a Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) wek navenda fermandeyê bû. Rûniştina ewil a doza li ser kiryarên baregehê ku tê da 486 bersûc tên darizandin, bi tesbîtkirina nasnameyan va dewam dike.
4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li dozê dinihêre. Doz li salona danişînê ya Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Bersûcên girtî, parêzerên wan û temaşevan beşdarî danişînê bûn.
Danişînê bi tesbîtkirina nasnameya bersûcan va dest pê kir, hin muştekiyan bertek nîşanî hin bersûc û parêzerên wan dan.
Piştî ku muştekiyan heqaret li parêzerên bersûcan kir, parêzeran destê xwe li maseyê dan û rewş protesto kir.
Li ser vê Serokê Dadgehê Selfet Gîray hişyarî da herdu aliyan û wiha got: "Her kes girîngiya dozê dizane. Em li vê derê li ser navê miletê tirk, li gor qanûnên Komara Tirkiyeyê darizandinê dikin. Em êş û kedera we fêm dikin. Lê belê kesên ku tamîş nabin, bila ji salonê derkevin. Heke dewam bike em ê bi telîmatê ji salonê bidin derxistin. Divê her kes guh bide pergala dadgehê da ku em jî karê xwe baş bikin."