20 Sibat 2017•Rojanekirin: 20 Sibat 2017
MUGLA
Berşikên tewqûfkirî yên ku di çarçoveya doza hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî da der heqê sûîqesda li hemberî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û êrîşa ku du polês tê da şehîd bibûn da tên darizandin, bona danîşîna ewil kom bi kom tînin Salona Konferansê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Muglayê ya ku darizandinê lê were kirin. Herwiha gelek welatiyên ku li nêzîkî avahiyê kom bûn, digel dovîzên tirkî û îngilizî çalakiyeke protestoyê li dar xistin.
Dema ku berşik anîn salona dadgehê protestoyan dest pê kir. Dîsa Parlementerê Muglayê yê AK Partiyê Nîhat Ozturk û Serokê Parêzgehê yê AK Partiyê Kadem Mete jî beşdarî çalakiyê bûn.
Xwepêşandêran di lehê Serokomar Erdogan da û li dijî serokê FETOyê Fetullah Gulen durişm berz kirin û dovîzên wekî "Welat ê milet e, ne yê derbekaran e", "Hûn nikarin çongê li vî miletî bidin tewandin", "Em idamê dixwazin" vekirin.