19 Mijdar 2015•Rojanekirin: 20 Mijdar 2015
Malbata Alan Kurdiyê 3 salî di 2yê îlonê da xwest ku derbasî Yewnanistanê bibe û ji bo vê mebestê jî li botekê siwar bûn, lê bot binav bû û Kurdî xeniqî û pêlên behrê cesedê wî li qeraxê Bodrûmê da. Ev drama jiyana Kurdî li Orhangaziya navçeya Bursayê bû mijara kurtefîlmê.
Çêkerê kurtefîlmê Selahattîn Çelîk, senaryo jî Serdar Şensoy nivîsî. Kurtefîlm ji 5 deqqe û 7 saniyeyan pêk tê. Destpêka kurtefîlmê li Sûriyeyê bi dengê azanê va dest pê dike, lê bi dengê azanê ra hin avahî tên bombebarankirin.
Piştî ku nivîsa "Gotin nema lawo" mala Alan Kurdî ya li Kobanê ku dê, bav û kekê wî lê dijîn tê ser ekran û Alan li mala xwe ye. Paşê li Kobanê şer û pevçûn gur dibin û di têlevîzyonê da didin nîşan ku li ser sînor gel ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibe.
Muzîka ku lê dixe ji elektro saza Tuncay Goren û balabana Huseyîn Goçer pêk tê. Hatîce Akinê jî ji bo Alan helbestek nivîsiye û Fuat Kuş jî vê helbestê dixwîne di kurtefîlmê da. Malbat di fîlmê da xwe dispêre Tirkiyeyê û di bin baranê da tên qeraxê Behra Egeyê. Li gor senaryoyê bavê Alan li vê derê ji bo ku derbasî Yewnanistanê bibin, pere dide kesê ku derbasbûnê organîze dike.
Malbat bi şev li bota lastîk siwar dibe û ji qerax dûr dikeve û sibetirê bi ronahiya şeveqê ra cesedê Alan ku li pêlan avêtiye qerax dixûyê. Paşê cendirmeyek cesed dibîne, dide milê xwe û dide bavê wî. Bavê wî jî wî hembêz dike û ser da digrî. Fîlm piştî vê sahneyê bi nivîsa "Mirovahiyê Ewropayê li qerax da" va bi dawî dibe.
Kurtefîlm li qeraxê Orhangazî û Gola Îznikê bi destê Dîlek Portakal û Ugur Aydin hat kişandin. Çîroksazî aîdê Îsa Aydin e. Selahattîn Çelîk, Denîz Demirler, Elîf Suzer, Sefa Eren Çelîk, Tusem Dogan, Merve Çelîk, Hasan Haco, Enes Çelîk, Bekir Kuçuk û Mesut Toprak jî rol dilîzin.
Piştî ku pêlan cesedê Alan li qeraxê behrê dabû, wêneya wî ketibû rojeva dinyayê û pirsgirêka koçberan cardin hatibû nîqaşkirin. Ji ber binavbûna botê dê û kekê Alan jî miribûn û paşê cinazê wan li Kobanê hatibû definkirin.