27 Îlon 2015•Rojanekirin: 27 Îlon 2015
MUGLA
Hat ragihandin bota ku penaber tê da bûn li peravên Çavûşadasiya Bodrûmê binav bû û 17 kes mirin û 20 kes jî hatin xilaskirin.
Li gor agahiyan bota penaberên ku dixwestin ji Çavûşadasiyê bi qaçaxî derbasî Yewnanistanê bibin, binav bû.
Di agahiyên ewil hatin dayîn de hat gotin ku 10 kes mirine û tîmên ewlehiyê yên peravan xebatên xwe berdewam dikin.